Danezana xwegihandina FINENTRYê
Malpera finentry.fi di derbarê qanûna pêşkêşkirina xizmetên dîjîtal de ye (306/2019). Berpirsê vê xizmeta elektronîk HUS (Herêma nesaxan a Helsinki û Uusimaa / Nexweşxaneya Zanîngeha Helsinki). Em dixwazin, bi qasî ku minkin e gelek bikarhêner bikarin vê xizmeta dîjîtal bi kar bînin.
Ev danasîna xwegihandinê di derbarê malpera finentry.fi yê de ye. Em di vê danasînê de qala rewşa xwegihandina danasînê dikin û çawa dikarî paşdanezana xwegihandina xizmetê bikî dikin.
Rewşa xwegihandinê
Nirxandina xwegihandina vê xizmeta dîjîtal ji aliyê pêşvebirê malpera Into-Digital ve li berfanbara 2020ê hatiye kirin. Li gorî nirxandinê malper pîvanên xwegihandinê pileya AAyê ya qanûn dixwaze pêk tîne (WCAG 2.1).
Paşdanezana xwegihandinê
Em bi kêfxweşî pêşwaziyê li hişyarî û pêşniyarên baştirkirina xwegihandina malperê dikin. Bi rêka emailê dikarî paşdanezanê ji adresa finentry@hus.fi re bişînî. Di mesajê de bêje, kanî paşdanezan di derbarê kîjan rûpela malperê de ye (www-adres) û pirsgirekê baş bîne zimanî
Rayedarê Çavdêr
Ger tu bi pirsgirekên xwegihandinê hesiyayî, li destpêkê paşdanezanê bide rêveberê malperê. Dibe ku 14 roj li bersivê herin. Ger tu bi bersiva te wergirtî razî nebî yan jî di nava du hefteyan de bersivê wernegirî, dikarî danezanê li Daîreya Hikûmeta Herêmê ya Başûrê Fînlandayê bikî. Li malpera Daîreya Hikûmeta Herêmê ya Başûrê Fînlandayê de qala wê tê kirin ku, çawa danezan tê kirin û çawa mijar tê xebitandin.
Zanyariyên peywendîkirina rayedarê çavdêr
Daîreya Hikûmeta Herêmê ya Başûrê Fînlandayê
Yekîneya xwegihandina çavdêriyê
www.saavutettavuusvaatimukset.fi
tel. 0295 016 000 (santral)
Danasîn hat nivîsandin 10.12.2020