Zanyariyên zêdetir li ser xizmeta FINENTRYê

Armanca xizmeta FINENTRYê li dema epîdemiya koronayê hêsankirina hatina Fînlandayê ye.

Bikaranîna xizmetê bifeyde ye, ji ber ku xizmeta dîjîtal hatina welat dilezîne û çûna testkirina vîrûsa koronayê ya bêpare hêsan dike li Fînlandayê.

Di xizmeta FINENTRY de bo nimûne:

  • Ji bo testa vîrûsa koronayê ya li Fînlandayê were kirin wextê vediqetînî
  • Bi mesajê talîmatên hatina testê werdigirî
  • Encamên testa vîrûsa koronayê bi mesajê werdigirî.

Haya te jê hebe ku, ji testa koronayê ya li ser xizmeta FINENTRYê hatî veqetandin, belgenameya cuda ya testa koronayê wernagirî.

Zêdetir li ser xizmetê bixwîne:

Di xizmeta FINENTRYê de komên cuda yên seyahatkeran tên berçav girtin, wek

  • fînlandiyên ji welatên derve vedigerin Fînlandayê û yên berdewamî li Fînlandayê dijîn
  • yên ji ber kar û xwendinê hatine Fînlandayê
  • seyahatkerên dema vala.

Herwisa xizmet nirxandina metodên cuda yên rewşa epîdemiya vîrûsa koronayê a welatê jê hatî dike û girêdayî ajotina seyahatê.

Xizmet ji bo seyahatkerên balafira xwe diguherin, yên ku yekser diçin welatê sêyemîn, bê ku ji balafirgeha Helsinki-Vantaa yê derkevin re ne berdest e.

Xizmeta FINENTRYê gav bi gav bi gelek zimanan tê weşandin.

Di xizmeta FINENTRYê de ji seyahatkeran berjangên îşareta nexweşiya vîrûsa koronayê û zanyariyên sereke yên girêdayî seyahatê pirs tên kirin, wek:

  • welatê jê hatî
  • ji seyahatkeran berjangên îşareta nexweşiya vîrûsa koronayê
  • armanca seyahatê.

Li ser van zanyariyan rîska belavbûna vîrûsa koronayê tê hesabkirin.

Sezahatker di xizmetê de zanyariya wê digirin, gava ku gehişt Fînlandayê divê talîmatên çawa bicih bîne. Bingehê zanyariyê vezanîna rîskê sêpileyî ye. Ger rîsk kêm be, qet pêwîstî bi testkirina vîrûsa koronayê û karantînaya xwebexş tine.

Di xizmetê de hejmara telefonê, cihê lêmayînê yê tê hesibandin û awayê cihê lêmayînê jî tên pirsîn (bi rêka mesajê) û bo dayîna talîmatên karantînayê, ger encama testê pozîtîv be.

Ji vê derê zêdetir li ser parastina zanyariyê bixwîne.

Ji vê derê derbasî xizmeta FINENTRYê bibe.