Pirs û bersîv

Pirs û bersîv

FINENTRY xizmetek dîjîtal e, ya ku seyahatkirina Fînlandayê hêsan dike hem jî testa vîrûsa koronayê ya girêdayî hatina welat. Bi testkirina vîrûsa koronayê dikarin karantînaya xwebexş kurt bikin.

Li xizmeta FINENTRYê yê hatî welat dikare

  • beriya seyahatê yan jî dema seyahatkirina Fînlandayê nexşeya talîmatên xebitînê dane
  • bo karê were kirin wergirtina talîmatên takekesî û di pêwîstiyê bo testa vîrûsa koronayê
  • bo testa vîrûsa koronayê ya bêpare ya li Fînlandayê were kirin wextê veqetîne
  • talîmatên hatina testê wergire
  • encama testa vîrûsa koronayê wergire.

Yê tê welat dikare ji telefona xwe hisabê bikarhênerî ya FINENTRYê dîmenê kurtebehsê nîşan bide û wisa gava ku gehişt Fînlandayê xebata li sinorî dide lezandin.

Li gorî talîmatên rayedarên Fînlandayê xizmeta tê rojandin wergirtina talîmatên hevdem hêsan dike. Bikaranîna xizmeta li geroka webê dixebite xwebexşî ye û bêpare ye.

Ji vê derê diçî nav xizmeta FINENTRYê.

Talîmatên seyahatkeran li gorî berbelavbûna vîrûsa koronayê li welatan û li gorî rîska nexweşiyê. Tu dikarî ji vê derê talîmatan kontrol bikî.

Divê encama testa vîrûsa koronayê ya ji welatê jê hatî hatiye wergirtin negatîv be û herî zêde 72 saetan kevn be. Divê di belgenameyê de navê kesê hatî testkirin û dema jidayîkbûnê, metoda diyagnozê ya li testê hatî bikaranîn, dema testê û labaratuara belgename dayî yan jî rayedarê xizmetên tendiristiyê yan jî rayedarek din yê neteweyî diyar bibe.

Dem ji gehiştina welat ve destpê dike.

Belgenameya testa koronayê ya negatîv, ku şirketa raguhastinê wek şert datîne, divê ne kevntir be ji 72 saetan berî çûna nav balafir yan keştiya ku here Fînlandayê.

Hewce nake ku tu li hatina xwe ya Fînlandayê herî testa vîrûsa koronyê, ger te belgenameya wê hebe ku te rêzederziyên koronayê yên tam wergirtibin û ji cara derziya dawîn herî kêm du hefte derbasbûyî be. Di Xizmeta FINENTRYê de talîmatên Şexsî yên çawa divê tevbigerî werdigirî. Talîmatên berfirehtir: Seyahatkirin û pandemiya vîrûsa koronayê (THL).

Ger te belgenameya pêketina nexweşiya covid-19ê ya berê hebe, hewce nake tu herî testê ne jî karantînaya xwebexş li Fînlandayê. Di belgenameya pêketina nexweşiya covid-19ê de divê navê kesî û dema jidayîkbûnê, cihê belgename hatî dayîn û tarîxnivîsîn û îmzaya doktorî û mohr yan jî piştrastkirinek beramaber wê hebe. Di vê rewşê de divê pêketina nesaxiya COVID-19ê kêmî 6 meh berê be.

Ger encama testa vîrûsa koronayê ya li Fînlandayê hatî girtin pozîtîv derkeve pisporê yekîneya nexweşiyên perok telefona te dike û qala talîmatên xebitînê dike.

Xizmeta FINENTRYê bo seyahatkerên tên Fînlandayê re hatiye armanckirin, ne jî testa koronayê ya li ser xizmetê hatî veqetandin belgenameya cuda ya testa koronayê nadin. Berî çûyîna derveyî welat, dikarî bo testa vîrûsa koronayê ji pêşkêşkerên xizmetên tendiristiyê yên taybet wextê veqetînî û daxwaza belgenameya testa koronayê ya bo seyahatê pêwîst bixwazî.

Mirov dikare belgenameya encama negatîv ya testa koronayê, ku nexweşxaneyeke HUS, Kymsote, Eksote yan Pohjois-Pohjanmaa kiribe, bi zimanê inglîzî kopî bike ji xizmeta Koronatietoni.fi yê belgenameya bêpare ya bi zimanê inglîzî bar bikî. Xizmet ji welatiyên Fînlandayê re hatiye armanckirin û bikaranîna wê şerta xwe dan-naskirina bi şîfreya bankayê û pesenda mobîlê dixwaze.

Demên lêkolînê yên FINENTRY berî teqrîben 7 rojan li xizmetê tên zêdekirin, anku dikarî herî zêde hefteyekê bi pêşwextî demekê bigirî.