Testa vîrûsa koronayê

Li Fînlandayê testên vîrûsa koronayê

Armanca testa vîrûsa koronayê rêlibergirtina belavbûna vîrûsa koronayê ye û ger pêwîst bike arasteyî tedawiyê bike.

Li Fînlandayê bi rêka xizmeta FINENTRYê dikarî bo testa vîrûsa koronayê ya li Fînlandayê were kirin wextê veqetînî. Testa vîrûsa koronayê ya divê li Fînlandayê were kirin ji bo yên digihin welat bêpare ye. Dema testê dikarî herî zêde 7 roj berî dema wê were girtin.

Wek mînak li herêma Helsinkiyê nêzîkî 50 cihên testa vîrûsa koronayê hene. Herwisa li balafirgeha Helsinki-Vantaayê xalên testkirina vîrûsa koronayê bo wan kesên ku divê yekser herin testê, gava ku gehiştin welat.

Nimûneya testa vîrûsa koronayê bi darikekê ji qirikê û bêlîva poz tê wergirtin.

Encama testa vîrûsa koronayê piştî nêzîkî rojekê bi mesajê werdigirî.

  • Ger encama testa vîrûsa koronayê ya li Fînlandayê hatî girtin pozîtîv derkeve pisporê yekîneya nexweşiyên perok telefona te dike û qala talîmatên xebitînê dike.

Karantînaya fermî

Karantînaya fermî biryara rayedarê doktorê nexweşiyên perok e. Doktorê nexweşiyên perok dikare kesê bêberjang têxe karantînayê, ger ev di bin bandora vîrûsa koronayê de mayîbe. Dirêjiya karantînayê bi giştî 14 roj in. Karantînaya fermî bi testa koronayê nayê kêmkirin. Zanyariyên zêdetir li ser karantînayê ji vê derê werdigirî.

Vederkirin

Vederkirin anku îzolasyon tê wê wateyê ku, kesê bi nexweşiyê ketî ji yên tendirist tê vederkirin. Bi vê dixwazin xwe ji berdewambûna têgerîna nexweşiyê vedizin. Mirov dikare li nexwesxanê yan jî li malê di vederkirinê de be.