Mercên bikaranînê

Mercên bikaranîna xizmeta Finentryê (1.6.2020/hat nûkirin)

1 Xebitandina mercên bikaranînê

Herêma tedawiya nesaxan a Helsinki û Uusimaayê vê (dûv re ”HUS”) xizmeta FINENTRYê hildiberîne (dûv re ”Xizmet”) Şerta bikaranînê ew e ku bikarhênerê qeydkirî yê Xizmetê ye (dûv re ”Bikarhêner”) qebûl dike û soza bicihkirina van mercan dide. Beriya ku dest bi bikaranîna Xizmetê bike, bikarhêner divê bi baldarî van mercan bixwîne.

2 Qebûlkirin û qeydbûna bikaranîna mercan

Gava bikarhêner qeyda xwe li Xizmetê dike yan jî xwe dide nasîn, van mercên bikaranînê qebûl dike. Herkes dikare li Xizmetê qeyda xwe bike. Xizmet şexsî ye, tevî ku bikarhêner dikare bi rêka xizmetê ji bo wergirtina nimûneyê demê ji endamên malbata xwe re jî veqetîne.

Bikarhênerê ku hejmara nasnameya fînlandî heye

Gava ku Bikarhêner bi rêka Xizmetê bo wergirtina nimûneyê wextê vediqetîne, divê Bikarhêner bi parolaya bankê xwe bi de nasîn yan jî bi pesenda mobîlê. Xizmet ji alî ve danûstendinê pêkan dike, kesê ku wekalet pê re heye ji alî Bikarhêner ve danûstendinê dike, bi parolayên bankaya xwe li xizmetê dide nasîn yan jî bi pesenda mobîla xwe û ji alî Bikarhêner ve danûstendinê dike. Li ji alî ve dannûstendinê de zanyariyên kesî yê herdu aliyan li databasa xizmetê tên tomarkirin.

Ger bikarhênerî derfeta nasandina xwe ya bihêz nebe ew li xizmetê wek bikarhênere xwe qeyd dike, yê ku hejmara nasnameya fînlandî tine.

Bikarhênerê  ku hejmara nasnamaya fînlandî tine

Gava ku Bikarhêner bi rêka xizmetê wextê bo wergirtina nimûneyê vediqetîne, divê bikarhêner bi navê xwe li Xizmetê qeyda xwe bike û zanyariyên xwe. Qeydbûn bi rêka koda yekcarî ya pesendkirinê ya ji telefona Bikarhêre dayî re tê şandin ve tê erêkirin. Bikarhêner şîfreya xwe ya şexsî li dema qeydbûnê diyar dike. Piştî qeydbûna yekemîn bikarhêner dikare bi rêka şîfreyê têkeve nav Xizmetê. Ji bilî wê koda yekcarî ya nû a pesendkirinê bi rêka mesajê di dema her têketinê de ji wî re tê şandin. Xizmet hejmara nasnameya demkî diafirîne yan jî welatiyê Fînlandayê dikare hejmara nasnameya heyî bi kar bîne. Şîfreya li têketina Xizmetê were bikaranîn şexsî ye.

Divê Bikarhêner şîfreyê û hejmara nasnameyê ya demkî a Xizmetê afirandî bi baldarî veşêre. Nabe ku Bikarhêner hejmar û şîfreyan bide kesên biyanî, ger wî li gor mercên bikaranînê ji aliyê Bikarhêner ve mafê têketina Xizmetê nehatibe dayîn. Divê Bikarhêner yekser xeberê bide rêxistina rêveber a hejmaran (HUS), ger hejmarên bo têketina Xizmetê pêwîst winda bibin.

Bikarhênerê ku ji aliyê wî ve pispor wextê vediqetîne yan jî daxwaza nimûneyê diafirîne

Ger Bikarhêner ji ber sedemekê nikaribe xizmeta FINENTRYê bi xwe bi kar bîne, pisporê li şîretgeha tendiristiyê ya xala derbasgeha sinorî kar dike dikare bi rêka bi qada temasê ya bikaranînbar zanyariyên Bikarhêner tijî bike û daxwaza nimûneyê pêk bîne û/yan jî hejmara nasnemeya demkî, yan jî li cihê Bikarhêner wextê veqetîne li xala wergirtina nimûneyê ya derveyî xala derbasgeha sinorî bo nimûne li cihê lêmayînê bo nimûneya vîrûsa koronayê ya pistî 72 saetan divê were wergirtin.

Gava ku pispor ji aliyê Bikarhêner ve zanyariyên Bikarhêner li xizmeta FINENTRYê tijî kirin, ew mebesta bikaranîna zanyariyan dide Bikarhêner. Bikarhêner bi dewamkirina dayîna zanyariyan bo pisporî bikaranîn û qeydkirina wan qebûl dike.

3 Mafê bikaranîna xizmetê

Li Xizmetê bi tenê bikarhênerê qeydbûyî mafê bikaranîna hesabê bikarhênerî heye. Xizmet tenê bo yên zêdetirî 16 saliyan re hatiye armanckirin.

Bikaranîna Xizmetê bêpare ye. Ger bikarhêner wexta wergirtina nimûneya COVID-19ê ji xalên wergirtina nimûneyê ya Xizmetê diyarkirî veqetîne, wergirtina nimûneyê, analîz û encama nimûneyê bo Bikarhêner bêpare ye.

Bikarhêner her tekane berpirsyar e li bikaranîna rast a Xizmetê li gor van mercên bikaranîne. Divê Bikarhêner zû xeberê bide HUSê, ger guman bike ku Xizmet ji bedela wî bê mafdariya wî ve tê bikaranîn yan wekaletek din yan jî dij van mercên bikaranînê

4 Armanca xizmetê û bikaranîna wê

Armanca Xizmetê zanyarîdana Bikarhêner e, talîmatdan û wextveqetandina nimûneya COVID-19ê di her rewşê de di wê berfirehiya li gor derfetên Xizmetê. Di Xizmetê de zanyariyên bifeyde yên ji Bikarhêner re hatî diyarkirin, girêdayî zanyariyên di derbarê pandemiya COVID-19ê de hem jî zanyariyên di derbarê talîmatên rayedarên Fînlandayê hem jî di derbarê xizmetên wergirtina nimûneyî ya deverî.

HUSê tekane mafê biryardayînê heye, di çi berfirehî û çi naverokê Xizmetê pêşkêşî Bikarhêner bike. Bi alîkariya Xizmetê Bikarhêner gava ku hate Fînlandayê talîmatên xebitînê yên guncawî rewşa xwe nexşeyê dadine û dikare plana demnameya girêdayî  testkirina COVID-19ê ya girêdayî hatina welat û dikare wextveqetandina bi wergirtina nimûneya herî nêzîk a li xala hatina welat û/yan jî cihê lêmayînê li Fînlandayê. Xizmet pesendê bi mesajê ji hejmara telefonê ya Bikarhêner dayî re dişîne hem jî talîmatên gehiştinê bo wergirtina nimûneyê, bibîrxistina wextveqetandina wergirtina nimûneyê hem jî encama nimûneyê hema hema piştî 24 saetan ji wergirtina nimûneyê.

Xizmet ji bo bikaranîna şûngirtina diyagnoza tibbî yan jî nirxandina tendiristiyê ya pisporê tedawiya nesaxan dike re nehatiye armanckirin. Bikarhêner tekane berpirsê tendiristiya xwe ye, gava Xizmetê bi kar tîne. Gava ku biryaran arasteyî rewşa tendiristiya xwe dike divê Bikarhêner biryarê li ser bingeha hizrîna xwe bide. Gava Bikarhêner bixwaze nirxandina rewşa tendiristiya xwe bizane, divê têkiliyê bi doktor re dane yan jî tedawiyê yan jî alîkariya rêgirtina nexweşiyê, birîn û êşeke din.

Di bikaranîna Xizmetê de Bikarhêner li gor sepanên qanûna nexweşiyên perok (1227/2016) tê agahdarkirin, ger nimûneya vîrûsa koronayê pozîtîv derkeve. Ger bikarhêner encama laboratuarê ya pozîtîv ji êşa vîrûsa COVID-19ê wergirt, Zanyariyên Bikarhêner vediguhezînin rayedarên nexweşiyên perok ên cihê lêmayîna Bikarhêner bo şopandina li gor qanûna nexweşiyên perok ên Fînlandayê (1227/2016). Zanyarî ji Xizmetê bi awayeke otomatîk nayê veguhastin bo qeydên din, bo nimûne bo herêma tedawiya nesaxan yan jî qeydên nesaxan a şaredariyê yan jî qeydên aliyên sêyem.

Bikarhêner berpirsê zanyariyên dide Xizmetê ye û rastbûna zanyariyên lêzêdekirî û sozê dide yekser xeberê bide HUSê, gava ku pê hesiya di zanyariyên Xizmetê de kêmasî û şaşî hebin.

Bikarhêner sozê dide û berpirsê wê yekê ye ku tişteke derqanûnî neşîne Xizmetê û ji Xizmetê jî neşîne yan jî wek din materyalên nemaqûl. Bikarhêner bi çareyên rewa hewla misogerkirinê dide ku, di materyalên hatî şandî de vîrûs yan jî bi awayeke din yên bi ziyan neşîne.

5 Naveroka xizmetê û xizmetên aliyên sêyem

Di xizmetê de dikarin zanyariyên aliyên sêyem veguhezînin yan jî lînkên xizmetên aliyên sêyem. Di Xizmetê de zanyariyên girêdayî armanca pandemiyê vediguhezînin û arasteyî malperên înternetê yên rayedarên Fînlandayê dikin. HUS ne berpirsê naveroka xizmetên van aliyên sêyem e, lê hewl dide rastbûna zanyariyan pesend bike.

Gava ku Bikarhêner wextê bo wergirtina nimûneya COVID-19ê vediqetîne, Xizmet navê Bikarhêner vediguhezîne û hejmara telefonê bo pisporê qada xizmetên tendiristiyê yê li xala wergirtina nimûneyê kar dike, yê ku li HUSê yan jî yê ku li yekîneya herêma tedawiya nesaxan a herêmê kar dike yan li yekîneya taşeronê di têkiliya peymanê de.

Bikarhêner dikare xizmetên aliyên sêyem bi rêka Xizmetê yan jî wek din bi rêka lînkên Xizmetê bi kar bîne, lê wê wextê HUS ne aliyê peymanê ye yan wek din ne berpirsê zanyariyên tên dayîn û veguhastin yan jî pêkanîna wan e.

6 Bikaranîna zanyariyên kesan û zanyariyên din

Nemaze bi razîbûna hesas a Bikarhêner zanyariyên şexsî yên Bikarhêner li Xizmetê tên barkirin. Zanyariyên divê werin barkirin hejmara nasnameyê ye yan jî hejmara demkî ya nasnameyê, nav û hejmara têlefonî, welatê jê hatî, cihê derbasgeha sinorî, roja gehiştinê û dem, awayê rêwîtiyê û diyarkirina girêdayî wê, bo nimûne hejmara firê, cihê lê mayî û adres, bajarê malê yê mimkin û adres, gelo berjangên girêdayî enfeksiyona COVID-19ê hene, gelo bandora kesî bûye, yê ku enfeksiyona vîrûsa koronayê ya li laboratuarê hatî piştrastkirin heye, gelo belgenameya testa vîrûsa koronayê ya negatîv a welatê jê hatî heye û belgenameya pêketina nesaxiyê heye. Ji zanyariyên kesê ji aliyê ve danûstendinan dike nav û cihê lêmayînê tên barkirin. Bikarhêner dikare zanyariyên  ku bi xwe dixwaze bi qasî ku Xizmet rê bide li Xizmetê dadine û wextveqetandina wergirtina nimûneyê ya di Xizmetê de pêk tê ferz bike. Bikarhêner berpirsê zanyariyên xwe yên ku di Xizmetê de danî ye.

Zanyariyên di Xizmetê de bi tenê ji Bikarhêner bi xwe re xuya dikin û beşên sînordarkirî di her yek xala wergirtina nimûneyên COVID-19ê ji karmendê qada xizmetên tendiristiyê re û pisporê Yekîneya Nexweşiyên Perok ya cihê lêmayînê a Bikarhêner re, ger encama nimûneyê ya nexweşiya COVID-19ê pozîtîv be.

Bi xizmeta FINENTRYê de zanyariyên kesî  bi du mebestên cuda ên bikaranînê tên xebitandin:

  1. Tedawiya nesaxan (Qeyda nesaxan)

    Wergirtina nimûneyê bi taybetmendiya xwe tedawiya nesaxî ye û zanyariyên bo pêkanîna wergirtina nimûneyê (zanyariyên wextveqetandinê jî di nav de) zanyariyên nesaxan in. Ew aîdî qeyda nesaxan a yekîneya erkê ya xizmetên tendiristiyê ya nesaxî tedawî dike ye.

    Birêveberê qeydê yê qeyda nesaxan yekîneya erkê ya xizmetên tendiristiyê ye, ya ku li ser navê wê wergirtina nimûneyê tê kirin. Birêveberê qeydê şert nîne ku li heman cihê hatina welat be û nimûneyên hatî wergirtin li cihê lêmayînê.

  2. Şopandina vegirtina nesaxiyan (Qeyda li gorî rewşê)

    Şopandina vegirtina nesaxiyan bingeha xwe ji qanûna nesaxiyên perok werdigire û li wê li gorî madeya 39ê dikarin zanyariyên yên nesaxketî û yên şikên bibandorbûyî bi kar bîne û  bi kar bîne. Ew aîdî qeydên li gorî rewşê yên herêma tedawiya nesaxan a ji şopandinê berpirsyar e.

    Birêveberê qeyda ya qeydên li gorî rewşê herêma tedawiya nesaxan e ku li herêma wê cihê hatina welat ya yê hatî welat lê ye yan jî yê hatî welat wextekê lê dimîne.

    Zanyariyên qeydên li gorî rewşê ji herêma tedawiya nesaxan bo ya din li gorî tevgerên yê hatî welat vediguhezin ya din.

    Herêma tedawiya nesaxan li herêma xwe li wê dinêre ku zanyarî têra xwe vediguhezin şaredariyan, ger ew serbixwe şopandina vegirtina nesaxiyan bikin.

HUS li xizmeta FINENTRYê de ji derveyî qeydên xwe kargêrê zanyariyên kesî yên kesên din e.

Li xizmetên aliyên sêyem û malperên înternetê prensîbên stare yên zanyariyên şexsî yên xwe ne, HUS ne berpirsê xebata rûpel û xizmetên aliyên sêyem ên wisa ye.

7 Mafên nemaddi ên xizmetê

HUSê û aliyên sêyem hemû mafên manewiyênnaveroka Xizmetê, dirûv û materyalên berdest ên Xizmetê hene. Bikarhêner dikare Xizmetê bar bike û prînt bike yan jî bo bikaranîna xwe ya şexsî materyalên berdest ên li Xizmetê. Ger materyalên Xizmetê hatin deynkirin, li gor qanûna mafê telîfê (404/1961) divê her were agahdarkirin. Nabe ku markeya tiştan a di nava Xizmetê de werin kopîkirin, weşandin yan jî bê destûra nivîskî ya HUSê ber bi pêş ve werin belavkirin.

8 Sînordarkirina berpirsyariyê

HUS Xizmetê bi prensîba ”wek xwe” û ”wek xwe berdest” rê ve dibe. HUS misoger nake ku Xizmet bênavber û bêşaşî were bi kar anîn. HUS garantiya şaşî û berdestbûnan nade. HUS bersiva Bikarhêner û aliyên sêyem bo naveroka zanyariyên hatî pêşkêşkirin nade, rastbûn yan jî şaşiyên mimkin ên li zanyariyan xuya bin, kêmasî yan jî derengbûnan. Bikarhêner berpirsê wê ye ku girêdan dixebite û amadekariyên têr ên teknîkî û bernameyên bikarnîna Xizmetê. Bikarhêner herwisa berpirsê cîhazên bi kar tîne û xebitîna wan e.

Armanca Xizmetê ne ew e ku pisporê xizmetên tendiristiyê li şûna diyagnoza tibbî yan jî nirxandina rewşa tendiristiyê rê ve dibe, ne jî HUS wan karên Bikarhêner li gor zanyariyên di Xizmetê de diyar dibin, ger ne ji ber qanûnên zerûrî be.

Berpirsyariya HUSê herî zêde li gor madeyên qanûnî yên neçarker e. HUS yan jî Bikarhêner ne berpirsê ziyanan in, ya ku ji ber sedemên neasayî yê derveyî îmkanên bandorkirina aliyan yan jî bicih neanîna erka ji ber sedemek bi pêşînî nepayî.

HUS dikare li pêşrûpela Xizmetê astenga bêçare bide zanîn, li malpera xwe ya înternetê hem jî li malperên înternetê yên herêma tedawiya nesaxan û aliyên rayedar ên Xizmetê bi kar tînin.

9 Betalkirina xizmetê

Mafê Bikarhêner heye herî dereng 3 saet berî dema wergirtina nimûneya bi rêka Xizmetê hatî veqetandin, nimûneya COVID-19ê bi koda îptalkirinê ya bi mesajê hatî wergirtin wextê veqetandî îptal bike. Ne mimkin e ku zanyariyên bikarhêner dema wergirtina nimûneyê veqetandibe werin jê birin, lê hilgirtina zanyariyên Bikarhêner di danûstendin yan jî qeyda nesaxan a şaredariya lêmayînê bingehê xwe ji qanûnên Fînlandayê werdigire.  (Qanûna xizmetên tendiristiyê 1326/2010).

Mafê HUSê heye hesabê bikarhênerî yê Bikarhêner di Xizmetê de ji ber sedemên diyarkirî bigire, ger ji ber bikaranîna Xizmetê zirarek bigihe HUSê. Bo Bikarhêner yan jî bo aliyê sêyem yan jî wek din dij van mercên bikaranînê hatibin bikaranîn

Mafê HUSê yê qedandina pêşkêşkirina xizmetê heye, gava ku ji aliyê rayedaran ve nemana pandemiya vîrûsa koronayê hat daxuyandin. Gava ku pêşkêşkirina xizmetê hat qedandin, zanyariyên Bikarhinêr li beşên pêwîst tên dabeşkirin her yek li cihê birêveberê qeydê nîşan dike tên veguhastin. Hewl tê dayîn ku zanyariyên tên veguhastin werin kêmkirin û hewl tê dayîn ku li gor çarçoveya qanûnên Fînlandayê li gor derfetan zanyarî werin anonîm kirin. Zanyariyên ku pêwîstî pê tine, tên jê birin. Gava ku pêşkêşkirina xizmetê qediya, zanyariyên Bikarhêner jî êdî ne di bikaranîna Bikarhêner de ne.

10 Qanûna tê xebitandin û cihê dadgehê

Qanûnên Fînlandayê bo van mercên bikaranînê tên xebitandin. Lihevnekirinên ji ber mercên bikaranînê çêdibin, hewl didin pêşî bi rêka danûstendinên di navbera aliyan de werin çareserkirin. Ger lihevnekirin bi vî awayî nehat helkirin, dikarin lihevnekirinê li Dadgeha Binî ya Helsinkiyê yan jî li Dadgeha Binî ya Herêmê li Fînlandayê, herêma ku cihê mala Bikarhêner yan jî şûna niştecîbûna daîmî lê heye tê vekolandin.

11 Kûkî û nermalavên li malperê tên bikaranîn

Bi gişti di derbarê kûkiyên li xizmetê tên bikaranîn

Li xizmeta FINENTRYê de bo çavdêrîkirina gera bikarhêner kûkî tên bikaranîn. Li kûkiyên teknîkî zanyariyên takekesî nayên berhevkirin û tomarkirin. Zanyariyên kûkiyan bo baştirkirina qada temasê ya bikaranînbar û pêzanîna bikarhêner hem jî çavdêriya amarî ya hejmarî a serdêran a malperê tên bikaranîn.

Bikarhêner dikare ji eyarên geroka weba xwe rê li ber bikaranîna kûkiyan bigire. Bikaranîna malperê ya bê kûkî dikare dîsa jî bandorê li kirdariya malperan bike.

Microsoft Azure App Insights

Amûra Microsoft Azure App Insights li çavdêrî û raporkirina rewşên şaşiyan tên bikaranîn. Ger di qonaxeke bikaranîna xizmetê şaşiyek çêbû, dikarin bi alîkariya zanyariyên çavdêriyan lêkolîn were kirin ku saşî li ku derketiye û dibe ku ji ber çi be.